1. serkeftîtirîn koma ku di van salên dawî de bi muzîka xwe ya henûn û xweş-rock zêde, bi sê albuman jî navdar nebûye mixabin. bila nivîskarên tirşikê kampanyaya piştgiriya vê komê li dar bixin, ez ê qutiya tutina xwe bifiroşim û piştgiriyê bidimê. soz, soza mêrên berê. |
|
19.08.2013 04:20 |
terkexem
|
2. heya nûha sê albûm derxistine.şirintêRe koma ne li ber dilê min.solîstê wê birêz gökçe baş bi kurdî nizane.lê ev yek awayê sewt û fonetîkê de xweşiktir dike stranan. caran hin kêmasiyê piçûk di hûnerê de dibe avantaj.(bnr:devoka ciwan haco a torî ku hertim tîpa a yê bikartine ) |
|
19.08.2013 11:53 |
tivirloismail
|
3. endamê wê komê Serhat temel niha vekilê şaredarê Batmanê ye |
|
19.08.2013 14:21 |
babayaro
|
4. koma dile min... |
|
28.09.2013 22:05 |
hozanagirîn
|
5. "sê kûçikê birçî" |
|
28.09.2013 22:46 |
newenda
|
6. yek ji komên serkeftî ên rockê ye. û yek ji endamê komê serhat temel di heman demê de, cîgirê şaredarê batmAnê yê berê nejdet atalay bû. |
|
29.09.2013 03:25 |
seydayê_peyvan
|
7. koma ku nizane xwe bide nasîn. |
|
16.10.2013 17:13 |
gernasnenas
|
8. navê wê koma muzîkê ye ku demekê bi gotinên xwe yên wekî: |
|
16.10.2013 20:26 |
eznelomeezleme
|
9. bi min dixwazin hinek undergrand bişuxulin lê zehf amator dixwuyên ev ne baş e. çewt neyê fêhm kirin: Mûzîka dikin gelek hêja û serketî ye.. |
|
16.10.2013 23:27 |
rexnegirêtagirtî
|
10. niha muzîka kurdî ya herî baş evin. li muzîka rock derdixin. mixabin li kesî ve grubê nasnakê. solîstê wa gokçe baş kurdî dizanê. disa mixabin gel ê me pey quna şahê bedo diçin.bila qurbana we grubê bibin. . serkeftin ji wan re. çiya bê stran na be. |
|
13.11.2013 21:49 |
rêzan
|
11. koma ku bi strana "meşa şevê" ya ku tê de gotin tune ne, aramiyê dide mirov. |
|
13.11.2013 21:57 |
simurg56
|
12. (bnr: li Êlihê konsera siya şevê) |
|
30.04.2014 16:52 |
xwelî li ser
|
13. (bnr: li amedê konsera siya şevê) |
|
30.04.2014 16:57 |
xwelî li ser
|
14. koma ku li ber çavên min reş bûye. lewra ji rûyê wan hesabeke min ê 8 salî yê youtube-ê hate girtin. hesabê min xwediyê 2 hezar aboneyan bû nêzî 100 vîdyo tê hebû. heke ku min vîdyoyeke wan an jî straneke wan li hesabê xwe zêde kiriba min ê bigota 'bila canê wan sax be!' lê na! raperîn xanim çûye strana wan ê bi navê "derew e" stiriye min jî dîmenên konserê ya raperîn li hesabê xwe bar kiriye û lê weşandiye. Siya şevê jî nizanim ji bo çi bi henceta "binpêkirina telîfê" giliya min kirine û bûne sedema asêbûna hesabê min. heyran heke ku derdeke we bi raperîn re hebe herin pê re biaxivin ma çima serê min diêşînin.heke binpêkirineke telîfê hebe yê ku ked û taba we binpêkirî ne ez im heyrana siya we û şeva we. heyfa min nayê li wê heyfê, heyfa min tê li wê heyfê ku heman vîdyo ji aliyê bi dehan kesan ve li youtube-ê hatiye barkirin Û niha jî di weşanê de ne, lê çima ez?! |
|
22.06.2014 00:34 |
oxir
|
15. mûzîkjenên ku hesabê min ê youtubeê jî ji ber wan, rastî hişyariyek hat. min vîdyoyan jê birin û çareser bû. |
|
22.06.2014 11:56 |
simurg56
|
16. oxir, bêje oxir be ji hesabê xwe re :D |
|
22.06.2014 16:27 |
gernasnenas
|
17. koma ku di youtubê de çima min 2 vîdeoyê wan lê bar kiri ye hişyariyê, wek hevalên din ji min re jî şandiye gokçe selîm beg. albûmên xwe belaş didin guhdarvanan, dixin lînkên înternetê û belav dikin, dibêjin çavên me ne li peraye, lê belê ev hişyarkirina rakirina vîdeoyên wan qet neket serê min! |
|
22.06.2014 19:09 |
giyanstêr
|
18. NE BûNE SEBEB KU HESABÊ Min ê yotubeê bê girtin, lewra hesabekê min ê çalak ê youtubeê nîne.. min niha li ser youtubeê navê siya şevê da ber ger û geşt û seyranê, ji xeynî du an sê hesaban hemÛ vîdeoyên li ser youtubeê yên kanala siya şevê bûn.. yanî bi qasê dixweye dixwazin bi xwe stranên xwe ji kanala xwe li ser youtubeê parve bikin, ne bi destê kanalinên din.. û ev jî daxwazeke têra xwe rewa ye.. |
|
22.06.2014 22:33 |
endazer
|
19. koma ku ez herî pir jê hez dikim e. Muzîka wan min ji min dibe. |
|
25.10.2014 01:43 |
berxweda
|
20. koma di paytexta dilê min de cî girtiye ye.. |
|
31.01.2015 00:02 |
berxweda
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |