1. Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bicih bû, li 80an koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzî deh kitêban nivîsîne û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine zimanê kurdî. Herwesa kitêbên wî jî jibo zimanên dî hatine wergerandin.(erebî, almanî,swêdî,tirkî,farîsî,zaravaya soranî) Kitêba Kevoka Spî bi farsî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe. |
|
16.08.2013 19:06 |
brusk56
|
2. (bnr: kovara nÛdem) Di kovargerÎya kurdÎ de mÎnakeke girÎng e. |
|
22.08.2013 11:26 |
gome
|
3. xwendevanê ku pirtûkên wî pêsniyazî hevalên xwe bike ji wêjeya kurdî û dinyayê tishtek fam nekiriye. |
|
22.08.2013 13:21 |
rojgar
|
4. nivîskarê ku pirtûka wî ya ez ê yekî bikujim qet ne xerab bû e û ez dikarim bi awayekî xwe bawer vê pirtûkê pêşniyarê herkesî bikim . |
|
22.08.2013 13:36 |
brusk56
|
5. "ez ê yekî bikujim" pirtûka dawî min xwendî ya wî ye. |
|
22.08.2013 20:27 |
gabarî
|
6. nûdem ji bo edebiyata kurdî xizmeteke başbû.lê ez niviskariya camêr hiç naecibinim. |
|
02.09.2013 21:49 |
tivirloismail
|
7. çûnçik şekirî |
|
02.09.2013 21:55 |
newenda
|
8. terkexem û terkeselatekî xwudêjêrazî derheqê xwudêhêliştiyê firat û nêrînên wî yên ûtopÎk ku dibêje bila alfabeya latînî û zaravayê kurmancî li ser hemû kurdan bê sepandin û di vî warî de bila standardîzasyonek çêbe tiştinên xweş li hev anîne dîwarê xwe lê kiriye.. |
|
09.09.2013 19:22 |
endazer
|
9. notaya strana carek were carek here,carek bide carek bistîne. |
|
09.09.2013 19:46 |
tivirloismail
|
10. nivîskarê pirtÛka kevoka spi ye. |
|
11.09.2013 20:14 |
cinorek
|
11. ew kesê ku di jiyana xeyala de dijî |
|
11.09.2013 20:29 |
newenda
|
12. kê çi dibêje bila bêje, dibe ku romanên wî nebaş bin, ew bi xwe di çîroknûsiyê de serketî ye |
|
21.10.2013 21:12 |
elomelo
|
14. di hejmara yekemîn kovara wêje û rexnê a bê de gotareke siper liser romanên camêr heye. |
|
08.11.2013 20:05 |
tivirloismail
|
15. çima nizanim lê van rojan bala min pir dikşîne. ji ber çi ye ez jî nizanim. piştî hefteya lanet -hefteya fînalan- ez pirtûkek wî ji xwe ra bikirim û bixwînim. |
|
09.01.2014 17:43 |
kurê xelkê
|
16. Nivîskarê albert camus tîne bîra min e |
|
05.04.2014 23:56 |
berxweda
|
17. xwediyê pirtûka 'dile şikestî' yê ye. ez ji we dere rê bikevim: pê zimanek zelal nivisiye, lê çîrokên wî ne gelek xwedî bandor bû. ji xeynî we jî me re qala jîyana ewrûpa diki. li gorî min ew tiştek ne gelek raste. pewîste ku nivîskaren kurd berhemên xwe de hinek kurdewar bi. |
|
06.04.2014 00:26 |
argeşbotan
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |