1. li ser bextê rojnameya radîkalê be dibêje serokwezîrê tirkiyeyê receb tayyîp erdogan di axaftina xwe ya di merasîma vekirina balafirxaneya çewlîkê de gotiye du hefte din re roja îniyê em ê balafirxaneya şerafettîn elçî ya şirnexê jî ji bo xizmetê vekin.. axirê plan û mebesta teyyîb ji vê navdanînê çi ye nizanim lê navê şerafettîn elçiyê rehmetî xweş li balafirxaneya şirnexê hatiye.. hêvî dikim ku teyyîbê sergolik dema vegere enqere vê beyana xwe ji bîr neke an jê poşman nebe û navên din ên ji bo siyaseta kurdistanê tab dîtine û ked dane li cih û saziyên muxtelîf yên şirnex û bajarên din ên kurdistanê bên dayîn.. |
|
12.07.2013 21:18 |
endazer
|
2. Qey xwe şaş kiri ye.Ez ne bawer im rast be.Lê rast bûna dê gellek xweş be. |
|
12.07.2013 23:18 |
gulan
|
3. ku çêbe tiştekî baş e lê îşelleh vê yekê weke gaveke pêvajoya çareseriyê nehesibînin. |
|
13.07.2013 00:09 |
simurg56
|
4. Bi daxwaza bi kêr dîtina gelê me bila bi xêr be |
|
13.07.2013 01:04 |
fizikzan
|
5. tiştek baş e. lê dema mirov tîne bîra xwe ku, navên kujerên kurdan, li hemû dibistan,cade,kûçe,stad û balefirgehên kurdistanê hatine dayîn, têdigehe ku ev gavek pir pir biçûk e . |
|
13.07.2013 02:43 |
brusk56
|
6. (bnr: bila navê balefirgeha geverê bibe ehmedê xanî) |
|
13.07.2013 02:45 |
brusk56
|
7. tişteke ewqas normal e ku navê yekî navdar ê deverekê li tişteka wê derê danîn, lê ev der kurdistan e ji ber wê her tişt serûbino dibe. ev tişteke ji rêzê ye lê helbet hikumet dîsa weke nîmeteke tu kesî nedîtî jii me re bêje. |
|
13.07.2013 11:29 |
azadixwaz
|
8. 2 sala berî rte li çewligê bang kir û got çewlikîya amedîno. ez dibêjim carekî dî dîsa li Çewligê eynî xeletî kirîye. xwastîye bêjê 'fethullah gülen' ... |
|
13.07.2013 16:59 |
shepirze
|
9. ez bawerim divê kurd razîbuna xwe hindek jî be dîyar kin. çaxê başîyek tê kirin û tû jî spasî ya xwe dîkî, dibe kû ew bibe sedema başîyên baştir. lê bê guman ev spaskirin lazime bi sînor be kû dijmin har nebin! xwedê bike rast be! navên nemir ê kurdan ewqas gelekin bi nivisarê xwelas nabin mesel; (bnr: kawa) (bnr: mem û zîn) (bnr: gabar) (bnr: orhan dogan) (bnr: botan) (bnr: mahsum korkmaz) (bnr: vedat aydin) (bnr: apê musa) hv. |
|
13.07.2013 17:03 |
urartu3000
|
10. wé serok wezir, rte dîsa Kurdan bixapîne... |
|
13.07.2013 17:33 |
serdar
|
11. bi qasê zanim tenê ji bo balafirên di navbera şirnex-stenbol û şirnex-enqere dixebite. |
|
25.02.2015 21:50 |
simurg56
|
îtîrafên tirşikvanan [5] |
|
çiyayê artosê [3] |
|
dîroka civakî [1] |
|
-e [1] |
|
olympiacos f.c. [1] |