Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 21 peyam
pevçûna di navbera îsraîl û îran de - tirşik
pevçûna di navbera îsraîl û îran de
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji kengê ve dihate behskirin. Waye dest pê dike. Îranê bi dronan êrîşî îsraîlê kir. Dron û fûzeyên ku îranê firandiye ê îro li saet dora 02.00an bigihîjin îsraîlê. Dibe ku bibe serekî mezin. Ka em ê meyzên hîn ê çi biqewime.

Edît(dora saet 4-5an): îranê êrîşên xwe sekinand û ragihand ku ew êrîş bersivbûn bo êrîşên îsraîlê yên li dijî îranê. Dîsan da zanîn ku ger îsraîl bersiveke nú bide ew ê bihêztir û dijwartir êrîşan bidomînin.
Yanê ew erîş tenê bo îsraîl were tirsandin hat kirin. Bi min mabe tiştek rast bû. Ji ber ku îsraîl li rojhilata navîn wek zarokeke qeşmer tevdigere. Ji wê re ne sînor hene ne jî rê û rêbaz. Her tiştî ji xwe re reva dibîne. Hewceye ku hin wê bitevzînin.
Li aliyê dinê îranê wan deman dawiyê de xwe zêde difirand nizam ew çek, ew bombe, ew tenq û top. Xwe wek berpirsiyara ummetê didît. Piştî wan êrîşan tu bersiv nestîne ew ê dîn û hartir bibe. Yanê îsraîl-dya'yê hinekî îranê bitirsanda xirab çênedibû lê bi şer safî nabe ew rewş.



16 roj berê 02:18 ~15:26 | çaya germ

2. Îşev(14/04/2024) Komara Îslamî ya Îranê bi drone'ên kamîkaze(navê wan şehadet e) êrîşek li dijî dewleta Îsraîlê da destpêkirin her wiha bi vê êrişê ranewestiya, li gor hin nûçeyan mûşekên balîstîk jî ber bi xaka îsraîlê ve şandin. Ev drone û mûşek ji ser axa Iraq û Urdunê derbas bûn, Urdunê da zanîn ku ew hêmanên hewayî(drone'ên kamîkaze/mûşekên balîstîk/balafir û hwd.) yên ku qada wan ya esmanî îhlal dikin,dê îmha bikin. Her wiha destûr dane Îsraîlê ku ew qada wan a esmanî bikar bînin. Joe Biden jî got; "em bi tundî girêdayî ewlehiya Îsraîlê ne."

Baweriya min pê tuneye, ev êrîş nagihin asteke şerê giştî û mezin. Bi tenê ji bo alîgirên xwe şanoyek lidarxistine û hew qas.
Min gelek caran tiştên wiha dîtin. Rejîma Îranê ji bo ku alîgirên xwe konsolîde bike hinek caran tiştên wiha dike. Lê ji dil û can hêvî dikim, bila rejîma Îranê wêran bikin. Û bila haya me jê hebe eger tişteke wiha pêk hat em kurd dê ji vê pêvçûnê gelek ziyanê bibînin û her wiha dê şer û pêvçûneke wiha ji Kurdan re li gel xwe şans û derfeta xwedî statûbûnê jî bîne. Lê tişteke tekez heye ev destkeftî bi keyf û xweşiyê nabin dê bi êş û jan pêk werin. Bi min be halê me jixwe êş û elem e qe nebe divêt em derfetên wiha bikar bînin ji bo em bibin xwedî desthilat. Ya bi xêr.



16 roj berê 02:48 ~03:00 | bayê xerbî

3. Şera ku hewce ye lê ti carî dernakeve holê, mixabin. Dewleta anîmasyoncî û siyonîst bi nefreta navbera hevdû de Hebûna xwe bi vî rengî didomînin.

Ger em bêjin ku Îsraîl ê bi rastî Îranê bixe ez bawer nakim Amerîka alikariya Îsraîlê bike ji ber ku dema amerîka bikeve şerê navbera dewleta anîmasyonan û siyonîstan ê Rusî û Çînî jî bikevin nav şerê. Ya rast hevdû ditirsein û ê ewqas, dewama ve yekê tune.

Lê divê sadî sad Îran ji dinê were jê birin.
Îran dizane ku li sûncê Iron dome-ê nikare Îsraîlê bi êşînê veca erîşî Hewlêrê dike. Çi dibe çi nabe kurd dîsa diêşin.

Yanî Îsraîl dibêje nava 48 saetan ezê Îranê bixim. Benda Îsraîlê ne.



16 roj berê 11:53 ~11:53 | xemberzêr

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» pevçûna mezin a li ser diyarkirina kinkirinên navnasan
» navbera min û xwudê ma bostek
» îran

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî