Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pevçûna di navbera îsraîl û îran de] de;

2. Îşev(14/04/2024) Komara Îslamî ya Îranê bi drone'ên kamîkaze(navê wan şehadet e) êrîşek li dijî dewleta Îsraîlê da destpêkirin her wiha bi vê êrişê ranewestiya, li gor hin nûçeyan mûşekên balîstîk jî ber bi xaka îsraîlê ve şandin. Ev drone û mûşek ji ser axa Iraq û Urdunê derbas bûn, Urdunê da zanîn ku ew hêmanên hewayî(drone'ên kamîkaze/mûşekên balîstîk/balafir û hwd.) yên ku qada wan ya esmanî îhlal dikin,dê îmha bikin. Her wiha destûr dane Îsraîlê ku ew qada wan a esmanî bikar bînin. Joe Biden jî got; "em bi tundî girêdayî ewlehiya Îsraîlê ne."

Baweriya min pê tuneye, ev êrîş nagihin asteke şerê giştî û mezin. Bi tenê ji bo alîgirên xwe şanoyek lidarxistine û hew qas.
Min gelek caran tiştên wiha dîtin. Rejîma Îranê ji bo ku alîgirên xwe konsolîde bike hinek caran tiştên wiha dike. Lê ji dil û can hêvî dikim, bila rejîma Îranê wêran bikin. Û bila haya me jê hebe eger tişteke wiha pêk hat em kurd dê ji vê pêvçûnê gelek ziyanê bibînin û her wiha dê şer û pêvçûneke wiha ji Kurdan re li gel xwe şans û derfeta xwedî statûbûnê jî bîne. Lê tişteke tekez heye ev destkeftî bi keyf û xweşiyê nabin dê bi êş û jan pêk werin. Bi min be halê me jixwe êş û elem e qe nebe divêt em derfetên wiha bikar bînin ji bo em bibin xwedî desthilat. Ya bi xêr.



14.04.2024 02:48 ~03:00 | bayê xerbî