1. helbestavaneke kurd e çil kezî xwedî du pirtûkên gulan zêrîn e."keziyên jinebî","şevname" di helbasta kurdiye bakûr de du pirtukên hêjane. helbasta gulizerê xwe ji belaxata xeşîmî, ,dehla rêzkirina aforîzmayan,gubarana alitersiyona qafiyêyê xilas kiriye, ku ev hersê pirsigirêk tirtirene di helbasta kurdî de . a din femînîzma ku di quleteyna van helbastan de destnimêj digre ne femînîzmeke hazir û nazir li refê marketokan bihormane, rastê rast tiştekî orgenîke ku hêza xwe ji binhişyaqolektîfe(bnr:jung ) jina kurd digre.ji kelepora kurdan,senteksa dengebêjî, têra xwe kemiliye. hûn nûha dixwazin helbestên baş bixwenin fermo gulîzer hazire. |
|
27.09.2013 22:18 |
tivirloismail
|
2. keça nivîskar recep dildar e.mixabin nivîskariya recep nebaşe,ne xweşe,wêneyên wî gulgulî ji gelek erebeske. |
|
27.09.2013 22:20 |
tivirloismail
|
3. ÇEnd ta ji keziyên jinebî |
|
06.10.2013 14:30 |
tivirloismail
|
4. li gori min orjînaltirîn helbestvana jin e di nav helbestvanên kurd yên ji bakurê kurdistanê de.. ji ber ku xanim helbeskar e ne helbestvan e yanî helbestlêkirinê ne wek karekî lê wek awayekê xwe derbirrînê yanî vereşînê bikar tîne.. û ji xwe yê zane baş zane huner û helbest û sînema hej teknîkeriyê filan nake.. neyse xanima gulîzer piştî ku dergsitiyê wê jê diqere ji qehr û kerba zimanê xwe diqulibîne ser kurdî û kurmancî.. ez zêde dirêj nekim û rasterê mîkrofonê bidim ber dev û lêvên şekirîn yên gulîzerê: |
|
06.10.2013 15:16 |
endazer
|
5. ''Min bi heft zimanan |
|
06.10.2013 15:18 |
endazer
|
7. hun dikarin kitêba gulîzerê a bi navê şevname bi deng û awazên xweş û zîz ê rêşad sorgul li ser vê lînkê guhdarî bikin. û sibê roj hun dikarin bibêjin min kitêba wê nexwendîyê, lê min guhdarî kiriye. vîdyoyê veke |
|
09.10.2013 00:18 |
seydayê_peyvan
|
8. gulîzer,delala min,heyrana kêmbera te..heke tu nebûya keçkokên fena min ên li gera "ruhekî pînegirtî" de dê çi bikira bêyî şiîr? ..sedî sed kurdî,jin,lê ne ji bo sahib rewacan ji bo keçkokên diltenik ên kurmancan |
|
02.04.2014 00:42 |
kubikem
|
9. navê stranê yê mirady ye.. |
|
02.04.2014 01:17 |
ferhenga şikestî
|
10. nivîskara ku ji jinantiye xwe tişt wenda nekiriye û bi jinatî nivîsiye. carinan Dema ez helbestên wê dixwînim ez dibêm xwezî min jî qasî jinekê team jê bistenda.. |
|
16.05.2014 02:10 |
cîhana pirtûkên kurdî
|
11. helbestvana ku divê her jin bixwînin e. |
|
17.11.2014 05:02 |
berxweda
|
12. bi navê sindoqa dirûnê pirtûkeka wê ya nû ya helbestan ji nav weşanên avestayê derçûye. kurtehelbesta ji bo danasîna pirtûkê belav kirine, ber dilê min negirt, kêfa min jê re nehat, hêvî dikim helbestên din ên di pirtûkê de ne wekê kurtehelbestê bin, xweş bin. Here lînkê |
|
10.11.2016 00:12 |
endazer
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |