Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim

 Séchu Sende

 Fahriye Adsay Mehmet Aktaş Remezan Alan Arjen Arî Hêja Bağdu Rûken Bağdu Keskin Ferhad Birûsk Fewzî Bîlge Selahattin Bulut Şukran Çaçan Silê

 avesta


 2010


 kurmancî

 galî

 144

 roman

 2014.12.08 20:19

 simurg56

 Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li formulên azadiyê digere û qehremanên wê jî peyv in. Kitêbek ku ji çîrokên orijînal ên li ser kes, xelk û warên ku em xeyal dikin, pêk tê. Ev peyvên ji ciyekî gelekî dûr zêde nêzîk ên me ne jî. Werin em ji xwe re maleke ji peyvan ava bikin. Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û zimanê xwe derxin, ji qedexeya sedsalan re, bêjin: Aaaaaaaaaaa! Ji nivîsa “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“ Car caran zimanê xwe derdixim dibêm aaaaaaaaa û Merheba, tu li vir î? Dipirsim. Merheba. Oxx. Ez fam nakim, zimanek çawa winda dibe. Bi rastî jî fam nakim. Kesek çawa dikare zimanê xwe winda bike? … Çi dibe çi nabe di xewnên xwe de jî ez ê dev ji axaftina bi zimanê xwe bernedim. Walle wisa ye. Ez ê di xewnên xwe de jî zimanê xwe winda nekim. Çapa çaran a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket Di 4 hefteyan de 4 çap Û nivîsa ku navê xwe daye kitêbê vêga jî bû kurtefilm Çapa çaran a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket. Kitêb, cara pêşî li Diyarbekir, Fuara Kitêban a TÜYAPê hate belavkirin û rastî elaqeyek zêde hat. Di sê hefteyan de her sê çapên pêşî temam bûn. Çapa çaran jî derket. Hedefa weşanxaneyê ew e ku heta dawiya salê deh hezar kitêb bê belavkirin. Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî di nav weşanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di “roja edebiyata galisyanî“ de ku du rojan piştî “cejna zimanê kurdî“ ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 şexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Buhayê li ser kitêbê ji sisêyan yekê piyasê ye, 4 TL ye. Herçiqas buha erzan jî be kitêb, bi kalîteya herî baş a kitêbên standard hatiye çapkirin. Û “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“ bû kurtefilm Vêga jî nivîsa ku navê xwe daye kitêbê bû kurtefilm. Dîrektorê filmê Genco Demirer e û film 05:29 deqîqeyan dikişîne. Dilay Urge leyistiye û Sozdar Başkan tekst xwendiye.


di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim - Tirşik

di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim


1. pirtûkekî BI Komkirina çîrokan hatiye avakirin E Û gelek serkeftî ye. ji hêla séchu sendegalîzanî ve hatIye nivîsandin. WEŞANÊn AVESTA WERGERANDIYE KURDÎ. sedema HER ÇÎROKEK JI HÊLA NIVÎSKAREK HATÎYE WERGERANDIN, PIRSGIREKÊN WERGERÎ çêbûye. LÊ DÎSA JÎ divê HER FERDÊN KURD BIKIRE Û BIXWÎNE. DIVÊ HEVALÊ HEMBEXTIYÊ ZIMANÊ XWE GALÎSYANÎ nasbIke Û EV ŞERÊ KURDî NE TENÊ YE, BILA FÊR BIBE. HA EV JÎ HEYE, HER ÇÎROK ZADÊ XEYALÊN PIR BERFIREH E. DEMA MIROV DIXWÎNE CARIN TÊ DIKENE CARIN JÎ DISEKINE, XWE DIKE GIRî. lê timî xwe dixwîne. jI bo vî havî jî pIrsgIrekêN WERGERÎ NABE BARÊ GIRAN.



2. serkeftîbûna pirtûkê ji hejmara wergêrên Kurdî jî xuya dike.

Wergêrên kitêbê:Fahriye Adsay, Mehmet Aktaş, Remezan Alan, Arjen Arî, Hêja Bağdu, Rûken Bağdu Keskin, Ferhad Birûsk, Fewzî Bîlge, Selahattin Bulut, Şukran Çaçan, Silêman Demir, Şerif Derince, Mehmet Dicle, Mûrad Dildar, Receb Dildar, Ismail Dindar, Lorîn S. Doğan, Husên Duzen, Zana Farqînî, Irfan Guler, Gulîzer, Dîlber Hêma, Sacha Ilitch, M. Alî K., Yakup Karademir, Metin Kaygalak, Abdullah Keskin, Songul Keskin Duraker, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Ergîn Opengîn, Osman Özçelik, Şivan Perwer, Fatma Savci, Salih Yillik


di 4 hefteyên berê de çapa 4an jî derketibû.



3. pirtûka ku bi navê xwe ketiye di ofsaytê de.. zimanê xwe winda ne/kirin çi ziqqum e îcar?



4. pirtûka ji avestayê derketî a bi bûhayekî gelek bîçûk dihata firotin e.
ez ne xelet bim, li tûyapa amedê bi 1 tlyê dihat firotin. min jî ji wir standibû.
pirtûkek gelek xweşik e, ji ber ku ji çîrokên di derbarê gelê galîsyayê dike pêk tê. lê ji ber ku di nav çîrokan de gelek xeyal felan hebûn, warê fêmkirinê de ez hinekî ketim zehmetiyê de. wê demê xwendina min jî ne baş bû ji xwe.
rewşa galisiyan jî bi rastî eyn wek a me ye. ciwanên wan jî ji axaftina zimanê xwe fihê dikin, zimanê wan jî bûye zimanê bav kal û pîran. dema mirovan çîrokên wan dixwîne, dibêje qey behsa kurdî kurdistanê dike.
divê herkes vê pirtûkê bixwîne, ji xwe kurt e û ji çîrokan pêk tê bi hesanî tê xwendin



5. du sal berê min xwendibû lê min fêm nedikir ji ber ku haya min qet ji galîsyaniyan tunebû min digot dibe ku galîsyanî tiştekî xeyalî be û bi zimanekî qerfî û îronîk di bin navê galîsyaniyê de rewşa kurdan tê qalkirin lê paşê fêm kir ku galîsyanî jî netew e û weka me bindest in û ev pirtûk jî werger e*)) wergêra pirtûkê ji aliyê gelek kesan hatiye kirin lewma mariv nikare nirxandinekê giştî bike hin kes xweş wergerandiye mariv pê nahese ku werger e yan na, hin kes jî nexweş wergerandine dengê teqûreqê ji çîrokê tê têde çîrokên pirr balkêş hene û pirr dişibin me. mariv dibêje qey behsa kurdistanê tê kirin hin galîsyanên tirşikçî wek tirşikçiyên me ne ji galisîbûna xwe eciz in û şerm dikin ku bi galîsyanî bipeyivin gava ku bi galîsyanî dipeyivin xwe wek gundî, gava spanyolî dipeyivin jî xwe nûjen û wek bajarî dibinin lê kêfa min hat min gotibû bi xwedê em ne tenê ne*))



6. merdimê zana û alimî nê babetan vanê di qistas û krîter estê bi ma dano zanayiş ke merdim çenda hakimê ê ziwanî yo;

1- Eger kesêk hewnanê xwo bi çi ziwanî bivîno hakimê ê ziwanî yo, yanî bi manayo bînî jiyanê eyî rojane de dominant ziwan o yo.

2- fina eger kesêk bi kamcîn ziwanî hûmaran ( hejmaran) bimaro, mîsal pereyan bimaro yan zî hûmara telefonan bi ê ziwanî kodî biko, delalet o ke ê ziwan mohrê xwo visto mezg û zerrîya ci.



7. pirtûka ku zilamekî nivîsiye lê pirraniya lehengên wê jin in.



8. pirtûka ku bawerim li bakurê kurdistanê di nav kitêbên kurdî de herî zêde wergera wê ya kurdî hatiye firotin.. li amedê belkî du sê caran dema ku ez diçûm pirtûkfiroşgeha avestayê, her carê xanima ku li ber pirtûkfiroşgehê dima, ev pirtûk nîşa min dikir, digo buhayê wê erzan e û xelk gelek dikire, tu jî nakirî.. *



9. pirtûka çîrokan e ku di bingeha xwe de çîroka kurdan û çîroka gelên bindest dibêje ye.



10. pirtûkek jî aliyê gelek kesan hetiye wergerandin. Wan kesan yekê jî şivan perwer e. Wergera wî baş bû Min wergera çend Kesan bi zehmetî xwend. Çend peyv têde hebû tu dibê qey li marsê aniye. Bi ya min ev qas jî nabe peyvên rojane bin bila Kurdî nebin



11. pirtûkek xweş bû. çîroka wergerandina vî pirtûkî jî ecêb e.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 85.75
pûanê bide pirtûkê: