Tirşik - Profîl
tirşik-profîla resençiyayî

profîla "resençiyayî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sersala kurdî] de;

1. SERSALA KURDÎ LI WE PÎRoZ BE - 2712



Sibehê, ango Roja Duşemê Sersala Kurdî ye.

Sal (eger ne şaş bin) 2712 ye.



Her sal vê rojê dema roj diçe ava, Kurd sersala xwe pîroz dikin, li nava malan digerin û tiştên xwainê berhev dikin, van gotinokan dibêjin:

- SERÊ SALÊ BINÊ SALÊ XWEDÊ BIHÊLE HÛR Û GIRÊN VÊ MALÊ...

- SERÊ SALÊ BINÊ SALÊ XWEDÊ KUREKÎ BIDE BÛKA VÊ MALÊ... û hwd dibêjin.



Roja Sersala Kurdî, 13 roj piştî ya Mîladî dest pê dike û jimara rojên salê 365 e. Yanî roja 13yê Çileya Pêşî de êvarê Sersala Kurdî ye.



Her sal Kurd îro piştî avabûna rojê, kevirên pehn li gor jimara kesên malê, her yek bi navê xwe li ser banê xanî li hawîdorê kulekê datînin û sibehê zû diçin li binê wan keviran dinihêrin ka kêzikek an kurmikek di binê kîjan kevirî de heye. Dema kêzek an kurmek di binê kevirê kîjan ji wan de hate dîtin, bawerî ev e ku ”dewleta malê di serê wî/wê de ye.” Hin caran kevirê sersalê ji bo hesp, ga û çêlekê jî datînin dora kulekê.



Li dawiya salên 1950 û heta nîveka salê 60î, gelek caran meta bavê min Hawaya gorbihişt em zarûk tev dibirin serê bên û her yekê me kevirê xwe datanî dora kulekê. Ew şev heta sibehê ji kêfan re xewa me nedihat û her yekê ji me hêvî dikir ku wê kêzik di binê kevirê xwe de bibîne.



Ev mesele bi xwe jî hêja ye ku ciwanên me yên li zanîngehan vê yekê bikin babetê lêkolînên xwe û naveroka vê kiryara kevnare bi zelalî binivîsin û bikin malê mêjûyê.



Bi hêviya gelek sersalên xweş û rind, her şad û bextewer bin…

( zeynelabidin zinar - Stockholm 13/ 01/ 2014)



12.01.2014 21:52 | resençiyayî