Tirşik - Profîl
tirşik-profîla karmatî

profîla "karmatî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyana modern] de;

9. min li jor ji gotibû hinde tû tirhêwên kesên islamofobîk rizîbikî ji dîsa heman tiştan dibejin min çê nivîsandiye ewî çê fêm kiriye ev ji ispata ayeta qur'anêye yanî ispata çav û dilên wan hatiye muhrkirinê ye.elhamdûlîllah me dîsa zanî ku qur'an heq e



19.06.2014 14:39 | karmatî

7. jiyana ku bi rizîkirina tirhêwên islamofobîkan deriyê xwe ji misilmanan re ji vekiriye. *



19.06.2014 14:20 | karmatî

5. Jiyana ku qur’an ji bo mirovan pêşniyar dike ye. Yanî wek tê zanîn qanûnên xwedê ji jiyana modernê re ne asteng e.ezê mijarê zêde belav nakim li gor peyama nazim bibersivînim.

Ya yekem ev e ku xwedê ne ku ji bo kîrên zilama ranebe dibeje jinik bila xwe bipêçin.ev bi tevahî reşkirina islamê ye yanî tene kesên islamofobîk an ji kesên pêşdaraz dikarin idîayên bi vî şeklî bênin zîmen.

Xwedê di vê qanûnê de divê ku sadaqata jinên misilman bibîne û ji aliye din ve dixwaze ku di nav civatekî de jinên misilman pê cil û bergên xwe aşkere bin da ku tu bêheqî û destdirêjî li wan ne ye kirin.Di heman demê de ji dibeje mêran dema hûn bimeşin bila rûyê he we erdê be.di vê dê jî jînen xwenepêçayî diparêze.di jiyana modern de ji di jiyana kevnar de ji laşê jinan bûye sedemek ya niqaşê.di dîroka mirovatiyê de gelek carinan şerên mezin ji bo jinan derketiye.di hin şerran de dibe ku bi hezaran xort û law hatine kuştin.

yanî di vê meselê de jinik serbestin ger bixwazin xwe bigrin ger naxwazin xwe nagirin.tû sîzayek aşkere ji bo xwenepêçandinê re tûne ye.mesela li vir îtîqat û sadaqat e.

Dema ayetên bo xwepêçandina jinan tê îlankirin hin jinên misilman di mala cîranên xwe de ne û dema emrê xwedê seh dikin nizanin çawa xwe bipêçin hema kincikeke diavejin ser serê xwe û bazdidin diçin malên xwe.ev nîşaneyek ya îtîqatê ye.ji ber ku hûn qebûl bikin jî nekin jî sadaqat,îtiqat û teslimiyet bo ola islamê re pêwistiyek pirr girîng e.

Mesela xwepêçandinê li gorî qanûnên islamê bo jiyana modern re ne asteng e.Ev çû yeeeeeeeek!

Bo mesela şahidiyê quranê de dibeje;

“2 zilaman peyda bikin ger 2 zilam peyda ne be zilamek û 2 jinan pêyda bikin ku qene yek ji wan ji bîr bike ya dî mudaxale bike an ji hişyar bike.Deyn ger mezin be ger biçûk be ji xemsariya nivîsandina deynî nekin.bi vî şekli bizanin ku li cem xwedê şahidiya he we bi saxlemtirre.” (Baqara 2/282)

Di ayeta jor de mesele deyn e yanî ticaret e.Di wê deme ji tê zanîn ku jin ne ehlê ticaretê ne.ev nayê wateya ku jinek dibe nîv zilam.ev raman tevahî xelet e. hemû kes ji dizane ku di ola islamê (ji adem heya mihemed) de mesela şahidiyê pirr girînge.ji ber ku şahidiya derew dibe sedema fitnê,bêbextiyê û bêedaletiyê.

Di qur’anê de hin ayetên dîtir hene ku şertên şahidbûyîne aşkere dike.Ezê tenê navê wan ayetan bidim;

1-Maîde (5/106-107)

2-Nîsa (4/15)

3-Nur (24/6-9)

Di wan ayetên jor de xwedê ferqiye naêxe di nav zilam û jinan de.ev ispat dike ku di bûyerên rojane de şahidiya jin û meran yeke lê bûyerên aborî de (li gorî zeman dikare be guhertin) şahidiya du jinan û bedelê şahidiya zilamkê ye.Çima min got dikare be guhertin? Di hiqûqa islamî de sûnc û sîza li gorî zeman dikare be guhertin an ji şîrove kirin. Wekî nimûne recim di heyama pêxember de sîzayek zahf normal û popûler bû yanî li gorî wî zemanî recimkirin normalê lê gorî zemanê me ev sîza hatiye rakirin an ji sivikkirin.Ev ji çû dudoooo!

Ez mam ecêbmayî çawa nazim qala destjêkirinê nekir ? ji ber ku îddiayên kêsên ku li dijî ola islamê wek hevin.çimkî tevahî bêyî bingehin û cihde tên bersivandin û rizîkirin .exleb pirsgirêka jinan,sîzayên recim û destjêkirinê de dijberiya islamê dikin.ev hezar sale heman tiştan dibejin û hinde tên rizîkirin dîsajî wek teybên xirab bûyî xwe dubare dikin.

Hemû kes serbeste ku bawer bike an neke lê ev ol yanî ola xwedê bi izna xwedê ne bêyî xwediye! Bila ev ji bi vî şeklî be zanin.



18.06.2014 20:21 | karmatî