Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bilbil] de;

1. navê helbesteke cegerxwînî ye ku ciwan haco jî kiriye stran. nizanim bê di kîjan dîwanê de nivîsiye, belkî nav jî şaş be, eger dîwan li ba hinan ji we hebe hema serrast bikin.

gotinên helbestê:

bilbil



Hate ber derî min lê ne nêrî

Lê gava ew çû, min dil daye dû

Ka ew cavên reş, ka ew dêmên geş

Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû



Yara min ba kir, ey bilbilê dîn

Li ser çi digirî, qêrîn û nalîn

Yara te vaye, li ber çava ye

Ev dest û çiya, tev xweş kir bi bêhn



Bilbil tu zanî gelo ez kî me

Tu tim serbestî, lê ez girtî me

Bê lîs û bê hêlîn, bê ol û bê dîn

Ez im cegerxwîn, xortê kurdî me



Cegerxwîn



helbest ji înternetê hatiye girtin.



20.09.2015 14:10 | dijber