Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nymphomaniac] de;

6. min jî beşa yekem temaşe kir lê pênasa fîlmê û naveroka fîlmê wek dojeh û bihuştê ji hev dûr in. qaşo jinik ji zarotiya heya mezinî ji seksê têr nabe lê tu amare û diyarde ji wê jinikê xuya nedibû ku mariv bêje rast e tiştekî wisa heye. beravajiya wê yekê ji têrkirina mêran têr nabe:-) tu aforîzma û metafor û gotinên pêşiyan û niza çi quzulqurt jî tunebû. yanî mebest çi bû? "birêz canik û camêran! me fîlmê kutanê çêkiriye lê di piyasayê de gelek fîlmên pornoyê hene lewma eger em navekî otantîk û felsefîk, pênaseke balkêş û seyr hilnebijêrin kes nayê vê fîlmê temaşe nake lewma me xwest ku ji naverokê bêtir hûn bala xwe bidin nav û pênasa fîlmê, werin temaşe bikin. piştî ku we tameşe kirin êdî hûn dikarin dijmînê me bidin û bêjin bê ka ji bo vê bû ku min dema xwe ya hêja qedant?"



22.04.2014 15:03 | ferhenga şikestî