Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê] de;

9. hemd û sena ji xwedê re ew rojên min ên feqîrî û xizaniyê êdî ji holê rabû..

neyse gelek bîranînên min hene dibe bi qasî deh xalên dûvûdirêj rêz be lê bes bi tenê bîranînek qala we bikim.

sal 2007 bû rojek ji rojên buharê bû mala me li ofîsê ya amedê bû di saet 9'an de şiyar bûm ji bo ceribandinê ya dersxaneyê. ji ber ku dereng mabûm bilezûbez ji malê derketim di bêrîka min de jî bi qasî 1.50 falan pere hebû(haya min jê tunebû) wek do tê bîra min heqê rê yê xwendekaran 90 qirûş bû ji bela ku baran pirr dibariya min bala xwe neda tabeleyên dolmîşan û bi şaşî ji dêlava ku siwarî dolmîşa bayindirlixê bibim, siwarî gazîlerê bûm neyse xewa min jî dihat ji ber baran û sarmayê cama dolmîşê jî hilm girêdabû min bi carekî li derve nêrî ku di cihekî ecêb de me ku hê nû dîbînim (heta ku me mala xwe nebûbû dîclekentê haya min jî gaziler û dîclekentê tunebû ez qe neçûbûm) min ji ajokarî pirsî ev der li kû der e? got kantar e û diçe gazîlerê min jî şerm û fedî kir ku bêjim ez şaş siwar bûme ezbenî neyse min got madem ku şaş hatime ez ê heya gazîlerê biçim, wan deran jî bîbînin neyse dolmîş hat rawestgeha dawî ya gazîlerê min got siwarî ya din bim û vegerim malê min destê xwe avêt bêrîka xwe ku heqê dolmîşê tune ye, kêm e. min xwe bi xwe got de serhadê ehmeq de were vî gûyî safî bike, tu xuriyayî oxlim ma çi îşê te li vir heye? min pere bi qasî 60 qirûş falan kêm bû min şerm dikir ku ji ajokaran bêjim ca ji xêra dê û bavê xwe min heta malê bibe. ji ber fêdiyokiya xwe tam çar saet di bin barana xêşîm de bi zor û bela gihîştim malê yaw resmen wenda bûm ji gazîlerê ketim geh ji dîclekentê derketim geh ji peyasê, heta ku min rêya tesîslerê peyda kir û xwe avêt bexta wê min sê kamyon ava xezebê vexwar:-) niha tê bîra min bi halê xwe dikenim



12.06.2014 01:37 | ferhenga şikestî

7. ji ber ku ez hê jî ji vê rewşê rizgar nebûme nikarim binivîsim lê ez ê heta meheke dî dest bi kar bikim gava ku pere êdî bikeve bêrika min ez ê bêyî behicîn bikaribim binivîsim.. ji niha ve bibêjim ku gelek hene:-)



16.03.2014 21:31 | ferhenga şikestî