Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [blok bike] de;

8. Divê ev taybetiya tirşikê bête betalkirin.
Li ekşi sözlükê jî asteng bike heye, di wir de belkî sed hezar nivîskar hene û di rojê de bi deh hezaran peyam tên nivîsîn loma cihekî wek eksiyê ev taybetî pêwîst dibe.

Lê li vê derê here û were sed nivîskarên daîmî û mayînde tune ne. Eger ew jî hevûdu asteng bikin an blok bikin êdî çi pêdivî bi vê platformê dibe?
Divê em hinekî xwedan tolerans û xweragir bin, ger sed nivîskar hebîn sed ramanên cuda jî hene ma em çi bikin em hemî bibin wek morîyên tizbiyê?

Sînora rexne û heqaretê pirr zirav e, mesela yekî bêje pêxember şizofren e, ev rexne ye? Heqaret e? An tespît e? Kî karê derbarê vê pirsîyarîyê de çaresazekî misoger be? Bo min ev tespit e, ( lê ez wisa nafikirim, ev tiştekî din e)
Ji bo min Abdullah Ocalan narsîst e, hetta dikarim zêde jî bikim. Hetta bo min zirara ku wî dayiye Kurdistanê Mistefa Kemal jî nedaye. Ev jî tespîtên min in. Aniha ev rexne ne? Heqaret an tespît in?

Bi kurtasî sînor gelek flû ye. Eger yekî ranebe çêr û dijûnan li şexsê te û malbata te neke moderator nikarin wê peyamê jê bibin. Çimkî kes ne otorite ye yani pênaseya têgihan pêbendî me nin e



02.05.2020 18:40 | ferhenga şikestî