Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ilhami sidar] de;

4. Here lînkê
cara ewil li wêneyê jor binêrin dûre werin xwe qehir bikin.
qaşo nivîskarekî kurd e (tabê tibabek pirtûkên wî yên trikî hene) lê li pey xema xwînerên tirk, edebiyata tirkî û rewşa zimanê tirkî ketiye.
tê bêjî qey sî mîlyon kurd bûne bilbilê zimanê kurdî, hemî roman û helbestên nûjen û klasîkên xwe jiber dizanin, hemî ristên mela, xanî, feqî, koyî, fêrik hwd... xitim kirine, hemî romanên kurdî bîst caran xwendine, hemî klasîkên cîhanê bi wergera kurdî xwedine û li ser wan bi deh hezaran gotar û maqale nivîsîne lê ew tirkên me yên reben zimanê wan qedexe bûye, not sal di binê zilma kurdan de mane û bi ser de jî ji ber tesîra sosyal medyayê nikarin orhan pamuk û leyla erbîlê bixwînin û fêm bikin.
heyf û yaziq!



30.11.2019 01:12 | ferhenga şikestî