Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şanzimana manuel] de;

1. ew cure şanziman e ku ji hêla ajoker ve tê kontrolkirin. bi rêya pêlika debriyajê ajoker dikare di navbera çerxên vitêzan de here û were.
erebeyên kevn bi pirranî xwedan vê şanzimanê ne lê ez dikarim bêjim ku ev 5-6 sal in êdî li bajarên kurdistanê jî hêdî hêdî nayê tercîhkirin.
dezavantajeke wê heye ku ew jî bi rastî dezavantajeke mezin e. di bajarên mezin de ji bo ling û çokê meriv dibe zehmetî çi ku ger trafîk zêde bibe lazim e ku serê carê tu vitêzê biguherînî loma çogê meriv êdî ditevize. avantaja wê jî hem erzan e hem jî dema problemeke wê çêbe temîrkirina wê ne mîna (bnr: şanzimana otomatik) buha ye.



23.11.2019 14:37 | ferhenga şikestî