Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [têkiliya bajarê qers'ê û qerisînê] de;

2. ziman tiştekî wisa ye. carinan hin rewşên xwezayî di zimên de dibin qalib û wateya wan firehtir dibe.
wexta em li qersê bûn ger bi me sar bûya me bi zazakî digot 'qers kewt mi' yanê bi kurmancî bi min sar bû ango ez qerisîm.
ez bawer dikim ku têkiliyekê heye. bajarê qersê bi sarbûna xwe navdar e. min erzoremê jî dîtiye, wanê jî colemêrgê jî li kurdistanê ti bajarek nola qersê ne sar e. ez bawer im bi wê yekê peyva qersê êdî sarbûnê îfade kiriye loma ji bo rewşa sarbûna zêde peyva qerisînê wek lêker hatiye dariştin.
yanê bi min qers ji qerisînê na bes qerisîn ji qersê hatiye dariştin.



20.12.2017 09:06 | ferhenga şikestî