Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êşa xistina kevirên qurçikan] de;

1. Dibe ku navê ku min lê danî ji hêla rastnivîsê ve şaş be, ji bela vê êşê nikarim aniha xema rastnivîsê bixwim.

Hevalên şareza dikarin sererast bikin.

Wexta di gurçikên merivî de ji ber hin sedeman (xwê, kêm vexwarina avê, genetîk, zêdebúna vîtamîna D'yê û kalsîyum hwd..) kevir çêdibe demekî şûnde ji ber basincê hêdî hêdî ji gurçikan bi rêya îdrarê ber bi jêr de derdikeve, bi qasî mezinbûna xwe jî êşê dide, heta têt mesanê gelek xisarê dida hucreyan, ji mesaneyê jî derbasî penîsê dibe û ji wir têt avêtin.

Welhasil êşeke bêhempa ye, êşa eşqa platonîk felan fîlan tiroviro ye, ev êş tistekî din e wexta têt serê mirovî, mirov qîmeta canê xwe fêm dike.

Ev bû sê roj in ji êşan ber bi dîwaran ve dikevim axirî kevira min gihîştiye uretrayê û bo rojên xweş hêvidar im..

Hay ji xwe hebin û di rojê de kemtirîn sê litrê avê vexwîn, eger hûn du sê dilop lîmonê biesirînin nava ava xwe dê çêtir be.

De emanet qencî



26.07.2016 12:21 ~12:22 | ferhenga şikestî