Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêliyên ku meriv dibêje çi îşê min li vir e] de;

1. Hin caran di jiyana meriv de kêliyên wilo dijwar dertê pêşberî meriv û meriv di wan kêliyan de hebûna xwe dide li ber pirs û lêpirsiyan.

Aniha ez yek ji wan kêliyan de me.

Daweta mamosteyê dergistiya min heye û bi darê zorê wê ez jî anîm li vê derê aniha hezar pirs di hîşê min de derbas dibin. Sohebteke genî li dora masê digere ez wek fransizan li wan dinêrim, ji xeynî dergistiya xwe yekî jî nas nakim jixwe ew bixwe jî ketiye nav axaftinên raborî yên wexta lisê ye. Yahu te çima ez anîm li vê derê? Hêrs qehr... neyse aniha hewzek heye li kêleka min û xwe noqî wê dikim baş e ku kes pirsekê li min nake. Aniha behsa liseyê dikin. Ez îtiraf bikim; ji bo ku nekevim nav civata wan min ev mijar vekir û min serê xwe kir telefonê. Dikim ku zêdetir binivîsim, bila bêjin qey karekî min heye loma tevlî me nabe.. ya rastî dixwazim işinlanmîş bibim û biqerim ji van deran. Neyse ferheng pirr behicim. Çima mariv mecbur dimîne û diçe ortamên ku dilê wî kesî jê dixele? Çima? Çima? Çima??????



29.05.2016 20:54 | ferhenga şikestî