Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka dengê daçekan] de;

7. law camêr rabûye li ser dehan kitêb û kovaran lêkolînekê kiriye û hatiye ramanê xwe di gotarekê de li hev aniyê û xwestiye bêje em li ser biponijin.. tê bêjî qey şerê li hemberê rûsya û amerikayê ragihandiye, loma rastî rexneyên welê hatiye*



tê gotin ku di pirranî herêmên kurdistanê de bi tîpa a'yê ye, ez çima dibÊjim tê gotin? ji lew ranebûme û yek bi yek bajar û bajarok û gundên kurdistanê negeriyame, tu jî negeriyayî û welle qûsir mÊze neke em nikarin li ser awayÊ bilêvkirina dÊûbavên te standartîzasyonekê çÊkin*



ez bi tîpa e'yê dinivîsim, ji ber ku wisa hewisîme, nikarim ji vî emrî şûnda rabim 9 salên xwe li dû xwe bihÊlim bikevim sererastkirina daçekan, lê di axaftinê de ez hê jî bi a'yê bi kar tînim, min bala xwe baş dayê, bi rastî jî ger hezar car bi kar anîbim nehsed jê bi a'yê xelas dibin daçekên min...



gotarên wilo baş in, ber bi nîqaşê vedikin, cihde xwe dînomîno nekin*



02.04.2016 21:25 ~21:26 | ferhenga şikestî

1. navê gotareke bahoz baran e..

bahoz baran di vê gotara xwe de li ser problema nivîsandina daçekan bi mînakan bi awayekî objektîf nirxandineke gelek baş kiriye..

armanca nivîsê zelalkirina nivîsandina hin daçekan e..



Here lînkê



ji nivîsê;



''Em li ser vê meseleyê bi giştî digihîjin van encaman:



1. Pirranîya gelê Kurd, di van daçekan da, awayê “a”yê bi kar tîne.



2. Di edebîyata Kurdî a klasîk da, ev daçek bi awayê “a”yê hatine bikaranîn.



3. Folklora Kurdan, bi pirranî li gorî awayê “a”yê ye.



4. Di zaravên Kurdî da û di Farisî da, di van daçekan da awayê “a”yê tê bikaranîn.



5. Di warê rêziman û nivîsê da, vê guhertina hanê, bi Celadet Alî Bedir-Xanî dest pê kirîye.



6. Celadet Alî Bedir-Xan, di vê meseleyê da hesabê pirranîya gelê Kurd nekirîye li gorî tradîsyona Kurdî neçûye.



7. Di nivîsên Hawarê da, herdu awayên van daçekan jî hatine bikaranîn.



8. Sivikkirin û hêsankirin îzafî ne û li gorî kesan diguherin û ji bo vê meseleyê nabin palpiştên zanistî.



9. Ev dengê daçekan, tesîrê li ser aheng û muzîka zimên çêdikin.



10.Awayê berbelav bê guhertin û êdî neyê bikaranîn arûz û qafîyeya helbestên lêkirî xirab dibe.



11.Ev daçek ji ber ku heşt heb in, pirr tên bikaranîn û tesîrê li ser ahenga peyv û gotinê çêdikin.



12.Hin weşanxane, rojname û kovar, dengê van daçekan şaş dihesibînin û wan diguherînin. Gerek bi tu awayê ew deng neyên guhertin.



13.Herdu awa jî rast in û ev mesele, meseleya rastnivîsê nîn e.



14.Hêmanên van daçekan, “da” û “ra” zêde tên bikaranîn.



15.Hêmana “va” û “ve”yê ya van daçekan pirr kêm tê bikaranîn û di klasîkan da “va” jî hatîye bikaranîn “ve” jî hatîye bikaranîn.



16.Ji ber ku daçek, di zimên da bi peywira gellek tiştan radibin, zimanê meriv li gorî wan dengên daçekan teşe digire. Zehmet e ku mirov dengê daçekên xwe biguherîne.



17.Frekansa van herdu dengan çi ye? Dirêjbûn û kurtbûna van dengan, çi tesîrê li ser awayê vegotinê çêdikin, em nizanin.



18.Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, sibê roj dê di warê perwerdehîyê da gellek alozî derkevin.



19.Li ser vê meseleyê gerek lêkolîn bên çêkirin. Ji alîyê fonolojîk da taybetîyên dengê “a” û “e”yê bên dîyarkirin.



20.Lazim e, ev guhertin ji alîyê sosyolojîk û psîkolojîk va jî bê nirxandin. Gelo deng çi tesîrê li ser derûnîya însanan çêdikin, gerek li ser vê yekê xebat bên kirin.''



02.04.2016 14:48 | ferhenga şikestî