Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çima stenbol bajarê kurdan ê herî mezin e] de;

2. meseleyeke pirr dirêj e... lê ezê bi kurtahî çend gotinan bikim

stenbol ne tenê bajarê herî mezin ê kurdan e, her weha bajarê herî mezin ê tirkan e jî, bajarê herî mezin ê laz û çerkez û ereb û ermeniyan e jî...

bajarên kurdistanê piçûk in, yên mezin amed, riha, dîlok û wan in lê ew jî nabin du mîlyon..

ne ji destpêka serhildana pkk'yê, beriya avabûna komara tirkan e jî tibabek kurd li stenbolê jiyane, hetta wê salê min nivîseke saîdê kurdî xwendibû, dihat gotin ku li stenbolê çil hezar bargirhene..

stenbol li cihekî stratejîk ava bûye, beriya komara tirkan, ji dewleta osmaniyan, ji bîzansê re paytextî kiriye, wek erdnîgariyê jî jeopolîtîk e loma hezar salan e bazirganî li stenbolê pêşde ye..

kurd qewmekî feqîr in, yên ji zilma axa û began revîyane, yên gundê wan xirbe bûne, yên nikarîbûne debara xwe bikin, xwe avêtine li ser bextê stenbolê..

aniha jî gelek kurd li stenbolê dijîn, ez bixwe jî li stenbolê dijîm, hama bêje du salên min temam bûn, ku du sal beriya aniha ji amedê çarneçar bo karibim debara xwe bikim wek memurekî hatim vî bajarê xopan.. hêvî dikim ku demildest vegerim ser axa xwe..

kurd ji stenbolê hez dikin(ê min, îmana min jê diçe) loma yên ku rewşa wan a aboriyê baş in jî nikarin destê xwe jê bişon, li vir azad in, dikarin bi rehetî bidim li d'u keçikan, bi rehetî dikarin bixwin, vexwin û bigerin, loma ne bawer im ku dev ji derfetên berfireh ên stenbolê berdin û vegerin welatê xwe.



28.12.2015 13:38 ~13:42 | ferhenga şikestî