Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwende vs nivîsende] de;

1. xwende ew kes e ku xwendinê ji xwe re kiriye kar û emel

nivîsen de jî ew kes e ku nivîsandinê ji xwe re kiriye kar û emel..



de vêca, mesele kurd be, wekî her tiştên dî, ji hev veçirandina her du têgehên hanê hebekî dî zehmettir dibe (em kurd nêviyên brahimê agirtefandî ne giyenekamlar)

kesadbûna bazarê û kêmbûna xwende û nivîsendeyan û di warê pratîkê de qelsbûna kurdîyê sergêjiyeke bêserûber bi xwe re aniye û her tişt şolî bûye, qeyraniya ku nila li ser kurdiyê kar e, ji siyaseta kurdistanê jî jihevketîtir e..

dema xwende kêm be, nivîsende jî kêm dibe, ji lew rêya nivîsandinê ji ya xwendinê re dibuhure û xaçerêya ku ferd mejî li xwe diqetine, çarenûsa wî/ê kesî/ê ye jî



te dî, bazar erzan e lê, herkes diçirîne, yek ji wan kesan jî ez bûm, ku mi digo bi şeref metnên heyî yên kurdî qet nexweş in, ji xeynî dengê teqûreqan tu pêjn û deng jê nayê ku karibim têde hilbêm û bêjim aha! ev e çanda min û zimanê min û hebûna min, ez hemûyan nadim bi sed nivîs û metnên serdestên xwe..

axirî meh û sal derbas bûn û têgihîştim ku neheq im, dema dest dil dike li ser qaxizê bilive, hingê tu fêm dikî mesele ne ew qas hêsan e ku te beriya çend salan qurretî lê dikir..

hama mi gotibû ez ji xwe'r tiştina binivîsim û bibim nivîskar(!) di ceribandina ewil de destên min hişk bûn û bi derbekê de hatim li ser xwe, û min biryar da ez ne ew kes im ku karibim bibim nivîskar, ji min nayê..

hûn binûsin ez ê bixwînim, emr her ku diçe qurretî erzan dibe, pûç dibe, wenda dibe diçe û hey diçe..

û ji bo we nivîsandin zora mirinê dibe, ji bo min xwendin..

nivîskarên kurd! min dilê we xwaroo



08.04.2015 22:41 | ferhenga şikestî