Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêhna kaya baranlêbariyayî] de;

1. ew bêhn e ku ji aliyekî hîşê min î zarokmayî de maye, tucar nikarim vê bêhnê ji bir bikim..

dema ku genim zer dibin û digihîjin, silma geniman tê çinandin, çend mehên dî di erdê de digewizin, serê wan xwar dibin, tên xwarê û nerm dibin, li amedê di demsala havînê de car-ducar baran an dibare an nabare, dema em zaro bûn di wexta barîna baranê de me şimikên xwe derdixistin û li ser erdê kayên bêserûber de dibeziyan, çi kêfeke xweş bû!

li piştî barîna baranê, bêhna kayê ji ya axê jî xweştir e, mariv jê têr nabe



03.03.2015 23:52 | ferhenga şikestî