Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fars] de;

3. gelê ku yek ji wan gelên qedîm ên rojhilata navîn e..

zimanê wan zimanê farisî ye û gelek dewlemend e ji lew ji hezar salê bêhtir di vê axê de wek zimanê edebiyatê hatiye karanîn, di edebiyata dîwanê de şop û rêçên farisî bi awayekî beloq zelal e, li ser zimanên din ên xaka ha bandor û têsîreke zexim çêkiriye..

farisî û kurdî ji heman kokê tên (zimanên îranî ne)

ji aliyê rêxistinê ve gelek xurt in lewma dewleta wan ji ta persan heta niha bi navên cur bi cur hê jî dijî..

di rastiyê de ne faris e, pers e lê belê ji bela ku di zimanê erebî de tîpa p'yê tune ye, ereban ji wan re gotina faris û cardî ji bela ku serhejmara ereban tim zêde bûne û bi bandora erebiyê tîpa p'yê guheriye û bûye f.. niha faris bixwe jî nabêjin pers..

çaxa ku hej ji tirkan nakim, hej ji farisan jî nakim, nijadperest in û ji peymana qesrî şîrîn taa niha dest danîne parçeyeke axa kurdistanê yanê dagir'ker' in..



30.12.2014 21:24 | ferhenga şikestî