Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji trafîkê re vekirina kolana hunerê] de;

4. ez hê jî fêm nakim ên ku dibêjin biryareke rast e, li ser çi mantiq û pîvanê dibêjin rast e?

ji serî heya binî şaş e..

ji ber ku;

a yekem cafeyên ha wê dîsa kar bikin

a duyem ên diçin rûdinin serê wan ji teşqeleya erebeyan wê gêj bibe

a sêyam tu xêra wê ji bo bajêr wê çênebe

a çarem sivikkirina trafîqê ne li ser pişta kolana hanê çêdibe, hezar kolan hene dîsa jî trafîq heye, ma dikeve hêşê we ku bi vekirina kolanekê trafîq sivik be?

a pêncem meşa kolanê wê zortir û bi eziyet be



jêrenot: dibe ku kêfa we jê re neyê, lê kêfa min jê re tê û mîna yên min in jî hene, ma qe girîngiya helwestên wan nîn e?

berê min jê hez nedikir lê niha hez dikim û naxwazim gû têkin di devê wê re!

dema hevalên we yên keçik hebin hûn ê mecbur biçin li wir û ew der jî nebe ji xeynî cafeyên din ên ultraluks cihên din nîn in

di hemû bajarên rengîn û pêşketî de cihên wisa hene hûn çima eciz in? min fêm nekir



27.11.2014 02:13 | ferhenga şikestî