Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kadîr înanir] de;

16. îroj li êlihê di mîhrîcana fîlmên kurdî a yilmaz güneyê de gotiye ku ezê di pêvajoya çareseriyê de pÊşengê aşitiyê bim falan û fîstan.. ma kuro te xêr e? madem ku aşitiya me ewqasî hêsan bû -ku mirovekî wekî te jî li ba me dikare bibe mandela- heya niha ma çima me çop li textan xistin? û we çima çog li bextan xistin? kuro dîno mi go meke! kes ji derewan û şovenîzmê nemiriye mezinên me jî gotine qûn elimiye tiran dev alimiye viran.. mala minê gidî, hej te dikem camêr lê ji kerema xwe re stop! yanê çi? em ehmeq in û bi kêrî tiştekî nayên, û me dused sal in ku vê meseleyê safî nekirin -te dî, ku xulam bi tena serê xwe nikare azad be, divê xwediyê wî bêje da hadêê- û tu wek supermenekî hatî hawara me.. tu jî mafdar î camêr em belegazên vê axê ne û hûn efediyên me ne, yaw lo law çima bi rastî jî beriya ku hûn bibin pêşengên me, ranahêjin teşkên xwe, postalên xwe û naqeşitin? hi ezbenî? û heya îro, niha û ji vir şûnde tu jî wek herkes î ezîzekam



11.01.2015 21:22 | ferhenga şikestî