Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sentaks] de;

1. peyveke fransizî ye, bi kurmancî hevoksazî jî tê gotin..

pênas: zanîstiya zimanî yê ku li ser sazkirina hevokan hûr dibe û di encamê de mantiqa teşe û çawaniya nivîsandinê rave dike

ji bela ku kurd bi zimanekî biyanî perwerde bûne bi pirranî li ser zimanê ku jê fen û ilm hîn bûne dinivîsin. pirsgirêka bingêhîn û sereke ya nivîsandina kurdî jî mixabin ev e û gelek caran di tirşikê de jî tê dîtin.. gelek zor û zehmet e ku mariv xwe ji bandora zimanê ku jê perwerde bûye xilas û rizgar bike û bi zimanê xwe (bi ser de jî qedexe û ne yê bazarê) bifikire, binivîse..

lê divê mariv hay jê hebe, mariv hay ji xefik û dehfikên bişaftinê hebe bi hewldanan bi kurdiya resen binivîse



18.11.2014 22:55 | ferhenga şikestî