Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku mirovî aciz dikin] de;

28. ez, xanim û kurê min em carinan diherin avmyê, çimkî êdî li amedê ji xeynî avmyan mirov bi zarokê xwe yê piçûk nikare rehet tevbigere. li amedê di hemî avmyan de ji bo ku xelk erebeya bebikan lê siwar nekin di ber hemî derenceyên otomatîk de dubayeke hesinî danîne loma tu neçar dibî ku siwarî asansorê bibî. em kêngî herin li ber asansorê teqez girseyek heye ku li benda asansorê ne. yaw gelek eciz dibim bêhna min teng dibe bi zorê ez xwe radigirim. yaw giş jî ciwan in qûna xwe ji erdê ranakin naçin derencê (jixwe derence otomatîk e tu gav navêjî ehmeq) bi kar nayênin tên ber asansorê. ew asansor ji bo malabatên xwedan zarok û estengdaran heye, ne ji bo mîna te ciwanekî ehmeq î bîst salî
hat bîra min dîsa eciz bûm!



25.11.2019 18:24 | ferhenga şikestî