3. meseleyeke ne ewqas zor û dijwar e, lêkerên zanîn û bûyîn û kirinê hem bi tena serê xwe jî dikarin tevgerek îfade bikin hem jî dikarin bibin lêkerên alîkar..
heke lêkerên hanê wek lêkera alîkar hatibe karanîn, du pîvanên hêsan hene ku dikarin bi hêsanî ji hev bên veqetandin..
ez li ser lêkera kirinê mînakên xwe bidim;
heke lêkera kirinê bi tena serê xwe bi peywira pêveber hatibe karanîn cuda tê nivîsin
mînak: ez xwirînî dikim..
heke lêkera kirinê wek lêkera alîkar û lêkera tebatî hatibe karanîn girêdayî tê nivîsîn
mînak; mesele hat fêmkirin..
Tiştekî din jî ew e ku heke lêker bi peyveke din hatibe karanîn û di rewşa rader de be, girêdayî tê nivîsin
mînak; hezkirin qedexe ye..
wek li jor jî tê dîtin ku hez û kirin ji hev cuda nayê nivîsin ji lew bi peyva hezê re bûye raderek..
çend mînak; ew 'ji hev hez kirin' û 'jihevhezkirin' xweş e..
jêrenot; qertefên deman tu car ji lêkerê cuda nayê nivîsin
mesela tu nikarî bêjî di nivîsim, divê bêjî dinivîsim Carina peyva di'yê ku ji bo kêşandina lêkerê tê karanîn bi qertefa di'yê ya daçekê tê tevlihevkirin..
|