Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guman 2] de;

1. pirtûka nivîskarê hêja yê îbrahîm seydo aydoganî ye ku ji gotar, rexne, maqalet û ceribandinan pêk tê, pirtûkeke tekuz e, heçiyê bixwazin di derheqê edebiyata kurdî de xweyiyê agahdariyan bibin divê teqez bixwînin, min gelek hej jê kir û dikarim du-sê carê din jî bixwînim, ji destpêka nivîsvaniya kurdî heya roja me, serborî û geşedaniya edebiyatê kurdî bi awayekî objektîv û teorîk nivîsandiye yanê piçek jî pirtûkeke dîrokî ya di derheqê edebiyat û nivîsarên kurdî de ye, gotarên pirtûka hanê bi pirranî ji demên berê ne ku di kovara zendê û yen din û konferansên seydo aydoganî pêk tên.

zimanê aydoganî gelek xweş û têgihîştî û kemilî ye tevî ku hevokên grîft û tevlihev têde hene jî pirr baş tê fêmkirin, li gorî zimanê remezan alanî piçek dîtir siviktir û hêsantir e, stûrbûn û buhabûna pirtûka hanê bila çavên we netirsîne hêjayî kirîn û xwendinê ye



20.09.2014 01:28 | ferhenga şikestî