Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tunehiya kanaleka televîzyonê ya bi zazakî] de;

2. kêmasiyeke gelek gelek zêde ye, lê pirsgirêk ne tenê ew e ku tu damezirînî, piştî ku te damezirand tu ye çawa xebatê bikî? ji bo kurmancî em dikarin bêjin ku kêm zêde kurmanc hene bi qasî ku bikaribim xebatên weşanê bikin lê bi zazakî? hama bêje qe nîn e, ez bixwe zaza me û ji hêne me lê dikarim sond bixwim ku dema kanaleke zazakî bê damezirandin dê temamî hênê bi tenê wê kanalê temaşe bikin..

lê pirsgirêkên zaravayê zazakî ne yek e ne jî didu ye, gelek in, yek ji wan ev e ku gelek devokên ji hev cuda hene, ez mînakeke pir piçûk bidim; di navbera hêne û pîranê de nêzî 20 km heye lê em ji hev fêm nakin, hevalekî min î zaza yî ji pîranê heye, dema ez dipeyivim ew fêm nake dema ew dipeyive ez fêm nakim(di sedî de ancax pêncî em dikarin li hev bên?)

jixwe ne hewce ye behsa zazakiya dêrsimê bikim, wehdê xwedê be ku peyvek jî ji wan fêm nakim...

dema ku tu kanalê ava bikî devoka weşanê xwe li gorî kîja herêmê bikî? heke tu li gora herêma dêrsimê bikî herêmên din dê nikaribin fêm bikin lewma jî ez ne bawer im temaşe bikin, di warî xebata zimên de mixabin zazayên me yên sersar û teral gelek dereng man. cardî dibêjim mixabin, ne meteryal heye ne helbest heye ne roman ne jî tiştekî din! yên heyî pirr kêm û nîvco û qels in mixabin..



18.09.2014 00:33 | ferhenga şikestî