Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [memê bê zîn] de;

10. Pirtûka Helîm Yûsiv ku min du roj berê xelas kir, min heta qedand min emrê xwe jî xelas kir. Yanî min lê nêrî ez nikarim bixwînim, di ber re min pirtûkên dî xwendin , Hama her roj min çîrokek jê dixwend û heya roja dî min devê xwe pê nedikir.
Helîm Yûsiv bo çi vê pirtûkê dayiye ber çapê min hê jî fêm nekiriye.
Tê dît dema xortek dixwaze bibe nivîskar, jixwe re çîrok û meselokên amator dinivîsîne lê piştî emrekî dikemile, heta ku pirtûka xwe ya ewil dide ber çapê bi sedan çîrokên xwe diavêje sergoyê an jî nade ber çapê. Hah wek ku ev pirtûk jî Yanî çîrokên vê pirtûkê Jî nivîsên amator ên xortanîya Helîm Yûsiv in lê Helîm dilê xwe bi wan şewitandine û neavêjtine sergoyê, dane çapkirin. Erê ev kitêb bi min kitêbeke wisa ye.
Not; Bi tenê çîroka dawîn îdare dikir. Navê çîrokê ji bîra min çû, meseleyeke li ser Sol û Xwê û kitêban bû.



26.04.2020 02:29 ~02:31 | ferhenga şikestî