Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ervah.azad

profîla "ervah.azad"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [predictably irrational] de;

1. Pirtûkê Dan Ariely ya li ser psîkolojî me yê ne-rasyonel e.



Di vê pirtûkê de nivîskar hîn çalakiyên me ên ne rasyonel lê biker, nişanê me dide û ditînên xwe bi nerînên ekonomîya klasik ve dide ber hev. Bi kurtasî, nivîskar idîa dike ku idraq a ekonomîye klasik ya li ser insên naïf e û ew naïftî nikare başa baş qerarên mê yê ekonomîk bide der. Talîye tali pirtûk xermana ekonomî û psîkolojî ye.



Ji bo nimûne, çend mijarên ku di pirtûkê de tê behs kirin ew in: bandora belaş, encamê normên civakî ya li ser şexsîyeta, paşdeavêtin, bandora hevî ya li ser mirov û hwd.



Bi min, pirtûkek hewceyî xwendinê ye; çimkî yekî re perspektîvek pratîk dide. Bi çi awayê? Wisan; ji ekonomîya klasikê bigre heya ol ê, ji bo piranîya litaritûr, insên wek mehlûqatek bêhampa ye. Lê ev pirtûk bi fikrek din nişanê me dide: mirov cûreke aciz û xwedî defo û irrasyoneltî ye. Bi sûreta etûd kirina irrasyoneltî û kêmasîyên me, yek dikare ew ê manipûle bike û jiyana rojane de ji bo ticaretê xwe bi kar bîne.



18.09.2014 20:30 | ervah.azad