Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad zagros

profîla "azad zagros"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gundê çamuriyê] de;

2. wek her gundekî kurdistanê şênî û runiştvanên vî gundî jî debara xwe bi cotyarî û xwedîkirina sewalan ve pêşwazî dikin.li ser rêya bazirganîyê ye ango rêya ji tixûbê bakurê kurdistanê derbasî nexçiwanê dibe ji nava gund derbas dibe. dema mirov ji hundirê vî gundî çiyayê agirî dimêzîne heybet û berzbûna çiyayê agirî xweştir dibîne.



01.12.2013 00:31 | azad zagros

1. Çamurî gundekî navçeya Başkuhk ya girêdayî parêzgeha Îdirê ye.Ev gunda pêşberî çiyayên Agirîya piçûk û Agirîya mezin e.Gundê Çamuriyê wek gundê Çamuriya jêrîn û Çamûriya jorîn dabeşî du gundan bûye.Her du gundan jî şênîyên wê Kurd in.Şênîyên her dû gundan xizmê hev in.Piranîya şenîyên Çamurîya jêrîn koçî welatên Ewrûpayê bune.Gelemperî jî koçî Welatê Firansî bûne.niştecîhên Çamurîya jêrîn piranî ji êla Bekiranîya ne.dema mirov dîroka rabirdûya kurdên vî gundî dimêzîne gorî daneyan destpêka salên 1900'an ji çiyayên elegezê û bi derbasbûna ji çemê erez ve daketine deşta rewanê û li wê derê cih bicih bûne.



23.11.2013 14:38 | azad zagros