Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tizbî] de;

2. tişta ku bûye sedema hêrsbûna delala min e. carekê em li stenbolê li taksimê digerîyan û di destekî min de destê hevala min, di destê din de tizbî hebû. dema ku hevala min ferq kir ku ez li taksîmê li kolana istiklalê de tizbîyê dikşînim piçek kenîya û piçek jî hêrs bû. gelo li kolana istiklale de kişandina tizbîyê qedexe ye?



07.03.2014 11:35 | nazim tolhildan

1. bi tirkî: tespih

tişta ku qet di destê kurdan de kêm nabeye ye. bi taybetî jî di destê kal û bavan de. di hinek ji wan tizbîyan de 99 heb morî hene û ewna zêdetir kêrî îbadetê tê. di hinekan de jî 33 heb morî hene û ewna kêrî bakirin û kişandinê tê.



Berê qet bala min nedikşand lê dema ku ez piştî 20 salan vegerîyam welêt, min carekê hilda deste xwe paşê qet berneda. wek cixarê mirov carekê hîn dibe paşê nikare biterikîne.



07.03.2014 11:18 | nazim tolhildan