Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sendroma dunning-kruger] de;

1. navê xebateke du heb derûnnas justin kruger û david dunning ên zaningeha cornellê ye. li gor vê xebatê:

-xwebaweriya kesên nezan û cahil, xwebaweriya kesên zanê zêdetir e. xwebaweriya nezanan ji nezanbûna wan tê. bi tirkî ji vê rewşê re dibêjin "cahil cesareti".

-kesên kû nezan, bêqabiliyet û cahil hay ji nezanbûn û cahiliya xwe nînin.

-kesên ku bêqabiliyet meyl ji fişalkirina qabiliyetên xwe dikin.

-kesên ku nêzan û bêqabiliyet, nikarin qabiliyetên kesên ku bi rastî jî zane û biqabiliyet fêhm bikim.

-lê dawiya dawîn ger kesên ku nezan piçek bên perwerdekirin û nêrîna wan piçek bê berfireh kirin, wê demê ferq dikin ku çiqas nezan, cahil û bêqabiliyet in.



24.06.2015 10:50 | nazim tolhildan