Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tohav] de;

1. kurtenivîsa "toplum ve hukuk araştırmaları vakfı" ye. ango bi kurdî "veqfa lêkolînên civak û hiqûqê". di cotmeha sala 1994'an de li stenbolê bi aliyê 46 heb parêzerên baroyên stenbolê, enqerê û îzmirê ve li gor prensîbên demokratîk û gerdûnî hate damezirandin. tohav, rêxistineke demokratîk, alînegir, xweser û muxalîf e. armanca wê a yekemîn, li hemû herêmên tirkiyê û kurdistanê, lêkolîn û teqîp kirina îxlalên mafên mirovan e. bi vê armancê ve ferqê naxe di navbera ol, netewe, ziman, zayend û ramanên siyasî de. bi her awayî, bê menfeet, dibe aligirê kesên mafên wan ji destê wan hatiye hildan. endamên tohav'ê piranî parêzerên baroyên stenbolê, enqerê, îzmirê, amedê, êlihê û wanê ne. xabetên xwe yên bingehîn bi aliyê endamên xwe, dildaran û bijîşkên ku di beşa rehabilîtasyona îşkenceyan de dixebitin ve didomîne.













05.03.2015 11:32 | nazim tolhildan