Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [antînatalîzm] de;

1. felsefeyek li dijî zayîna mirovan e. li gor vê felsefeyê zayîna mirovan ne etîk e û xirab e. bingeha vê felsefeyê ji yewnana kevnare tê.

antînatalîst ji ber sedemên cûda naxwazin zarokan bên dinê. hinek dibêjin em naxwazin zarok bên vê dinê û êşê bibînin. her zarok bi îhtimala êşkişandinê û bêyî xwesteka wan tên dinê. ji bo oldaran rewş xiraptir e. piştî mirinê jî îhtîmala êşê heye li dojehê. dibên em çima bibin sedema van êşan?
hin kes zêdebûna mirovan ji bo mirovan û zindîyên din ne baş e. dibêjin bila koka mirovan biqelê. *

li gor min. temam, baş e, xweş e. lê pratîkê de ne pêkan e. mirovên zana dîsa dikarin vê meselê fêm bikin. lê em ê yên nezan çawa bikin? ê tenê tovê bêaqila cêhila zêde bibe vêca. zarok xweşik in şêrîn in temam lê divê mirov pêşeroja wan jî bifikire û wilo wan bênê vê dinyaya kambax. ez bi xwe heke derfeta min a aborî nebe bo zarokekî ez naênim. ma çima yê werê û eziyetê bikşê? carna dibên xwezî dê û bavê min jî tenê du zarok anîbana. wallehî yê rewşa me baştir ba ji her awayî.

û hinek zaroka jî mirov dikarin bikin antînatalÎst. ew qasî neqerayî ne. *

(bnr: natalîzm)



12.09.2021 15:45 ~15:55 | xwelî li ser