Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [13.05.2021 êrîşa li mêrsînê] de;

1. Doh malbeteke ji Hewlêrê hatine Tirkiye bo seyranê. Di rê de erebeyek wan tacîz dike. Neçar dimînin bisekinin. Pişt re 4 kes êrîşî malbatê dikin. Bavê wan heta zarokên wan ê 12 salî jî birîndar dikin.

Bêstûn Mehmûd di derbarê êrişa li ser birayê xwe dibêje “di otomobîlê de 4 kes hebûne, 2-3 car dîreksiyonê bi ser birayê min de şikandine, hewl dane ku otomobîla birayê min ji rê derkeve û di kendal de here xwarê. Dema ku birayê min rê daye wan, pêşiya wan girtine û 4 kes ji otomobîlî peya bûne û êrişî birayê min kirine û birayê min jî hewl daye xwe biparêze. êrişî hevjîn û zarokên wî jî kirin.”

Pîştî bûyerê Serokê Baroya Amedê çûye Mêrsînê cem malbetê.

Nûçeya Rûdawê: Here lînkê

Li gor nûçeyan sê kes hatine girtin lê yên wan berdin. Va cara çenda ye bûyerên wilo diqewimin. Gelek caran kurd dimirin di bûyerên wilo de. Lê xema kesî nîne xwîna kurdan erzan e. Xwedîyê wan tune ne. Ew ên bo Filistînê qûna xwe diqetandin dengê xwe dernaxin bo van êrîşan.

Bila neyê jibîr kirin
Here lînkê



14.05.2021 18:36 ~18:37 | xwelî li ser