Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [octavio paz] de;

1. Octavio Paz 31'ê adarê 1914 - 20'ê avrêlê 1998, nivîskar û dîplomatekî Meksîkayî bû. Sala 1990'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê hilgirt.Hevalê pablo neruda, fîlozof û aştîxwazek bû. Bi giştî cîhan û nakokiyên Latîn amerîka dianî ziman. Wî herwiha bandoreke mezin li wêjeya Bakurê Amerîkayê kiriye.

Li bajarokek meksîkayê hate dinê. bavê wî parêzer, sîyasetmedar û hevalê emiliano zapata bû. piştî ku zapata hate kuştin, bi malbata xwe re revîyan los angeles. malbata wî ji ber şerê navxweyî gelek zehmetî dikşînin. octavio, di 1922'an de vedigere meksîka û diçe Mixcoac'ê cem kalê xwe û meta xwe. li pirtûkxaneya kalê xwe bi wêjeyê mijûl dibe.ji pirtûkên gerardo diego, juan ramón jiménez û antonio machado hez dike. di nivîsên wî yên pêşî de rengê van nivîskara heye.


1932'an de diçe zanîngehê û li wir tevlî refên çepgira dibe. li gel sîysetê bi helbesta re jî eleqedar dibe û pirtûka xwe yî yekem a bi navê "Luna Silvestre" çap dike. pişt re di 23 salîya xwe de dev ji zanîngehê diqere. diçe gundê Yucatán û li wir dibistana zarokê karker û gundîyan de dixebite. di bin bandora ts eliot de dimîne. li ser rewşa gundîyên meksîkayê de kûr dibe.

di 1943'an de bursa guggenheim qezenc dike û diçe zanîngeha california'yê. piştî du sala dibe dîplomat û diçe new york ji wir jî parîs. li parîsê jean-paul sartre, andre breton,albert camus û benjamin peret nas dike.

çend berhêmên wî:

el laberinto de la soledad
piedra de sol
libertad bajo palabra



22.04.2020 14:19 ~14:21 | xwelî li ser