Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerbeta rihanê] de;

2. Heyat e. * dema ku li cafeyê dixebitîm min çêdikir. Piştî mehekî bûbûm pisporê şerbetê. Cara dawî ew qa sor bûbû hineka di nav şûşeyê de didît di gotin qey şelxem e. Nêse tarîfa wê bidim:
Ji bo lîtreyek av qefitikek rîhan (pelên wê çi qa sor bê ew qa baş e), 5 kevçî şekir, çoxikek Darçîn, piçek qurnefîl, piçek şekirê tirş.

Ava xwe bikelînin û binê wê bigrin, şekir filan bêvan teva bixinê, bila şekir bihelin, paşî rîhanê berdin ser hinekî tev din û devê wê bigrin. Bila tê de bê heta pelê wê bibin kesk. Rengê xwe dide avê. Pevû rîhanê nekelînin ê tehl bê. Piştî ku rengê xwe da û pel tev kesk bûn pêla jê derxin ava wê dapalînin, Bicemidînin û bi ser xwe de kin. Noş!



19.06.2020 20:06 ~20:09 | xwelî li ser