Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teolojî] de;

1. Olzanî an jî teolojî, ( θεος, theos, "xwedê" + λογος, logos, "zanist") li ser ol, baweriyê, pêşketin û dîroka wê disekinê. Bi teybetî, pergala olî ya felsefî li ser wê disekinê. Di roja me de, her dewlet û pergal, di nava xwe de xwediyê sazîyaka ku navê olzaniyê lê dikin. Ev sazî jî, lêkolînan dike. Bi teybetî jî, di Zanîngahan de beşa wê hatiye çêkirin. Mirovên ku jê şagirtin jî, dibina weke Zanistên Olî. Olzanî, gotinaka ku hemû ol, bawerî û dîrokên wan dike nava xwe de ya. Lê navê de jî, her got ku bawerî û hizra xwe dihêne ser ziman, karê wê olzaniya xwe bi afirêne û jê re bêje Olzanî.



Gotina olzaniyê ji sedsala 19 û 20 min ve, ketiya rojevê. Bi wê gotinê re, êdî ol, bawerî û hizir û têgihiştin û pêşketinên wê û dîroka wê bi dîroka wê re bûna mijarên lêkolînê. Bi olzaniyê, di aslê xwe de, Pîsporiya wê ya ku mirov êdî bi zanebûnê û zanistê dike, dihê ser ziman.



07.09.2016 17:38 | xwelî li ser