Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêx evdilqadirê gêlanî] de;

1. Şêx Evdilqadirê Geylanî (1078-1166), feqîhê henbelî û sofî yê misilman ko terîqeta Qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li bexdayê ye. Ew bi xwe kurd e.



Navê wî yê tivav ebû salih seyyid muhyeddîn ebdulqadir ê geylanî ye. Ew li serê heyva Remezana sala 470yê mişextî (1078ê) di malbateke seyyid da li gundekî herêma Geylanê li bakurê Îranê hat dinyayê.



Jibo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên cuneydê bexdayî bû. Nasnav ango leqebên wî ev in: muhyeddîn (vejînendeyê dînî), Sultanê Ewliyayan û Xews



Wî 4 jin û 49 zaro (27 pis û 22 dot) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî, Şêx ebdulezîzê geylanî li bajarê akrê ye.



16.09.2014 18:53 | xwelî li ser