Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [miradxan] de;

1. Navê Mirad Xan ê din Miradxanê Bazîdî ye. Mirad Xan di sala 1743an de li bazîda kevin hatiye cîhanê. Zaroktiya xwe di vî bajarê kevin ê dîrokî de bûrandiye. Di şeş saliya xwe de dest bi xwendina Quranê kiriye. Piştî qedandina Quranê, di medreseya ehmedê xanî de dest bi xwendina zanînên olî, wêjeyî û teknîkî kiriye. Piştî xwendina xwe ya di Medreseya Ehmedê Xanî de, li medreseyên Wanê, Hekarî û Bedlîsê digere. Ji van medreseyan dera ku kêfa wî jê re dihat an jî dema ku liqayî seydayekî mezin dibû, demekê li wira dima û dixwend. Herwiha bi vî awayî zanîna xwe pêşdixist.



Bi vê çalakbûn û lêgerînên xwe de, hê di ciwaniya xwe de bû zanyar û wêjevanekî mezin. Daxwaza Mirad Xan ew bû ku di rêya ehmedê xanî de bibe helbestvanekî mîna wî. Pêşbikeve û helbestên xwe ji derdora xwe re bixwîne. Ji ber vê yekê xwe berdabû ser dîroka jînenîgariya Ehmedê Xanî ya wêjeyî. Mirad Xan Ehmedê Xanî baş naskiribû û jê re rêzdariyeke mezin digirt. Ji seydana feqiyan û pêşrewiya civatan zêdetir, kêfa wî ji nivîsandin û xwendina helbest û destanan re dihat. Dema em li berhemên wî dinihêrin, em dibînin ku di warê nivîsandinê de gihayê vê armanca xwe û pir serkeftî ye. Wî helbest, destan û çîrok xweş nivîsîne û di dema xwe de, li ser van beşên wêjeyê pir pêşketiye.



15.09.2014 13:39 | xwelî li ser