Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurê xelkê

profîla "kurê xelkê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [evdilcebar] de;

1. helbesteke rojen barnas e. seyidxan sevînç û sîdar ferîd jî bi hev ra kirine mûzîkekî xweş



Xwedê mezin e, Evdilcebar!
Dilê xwe bi halê xwe meşewitîne
Tenêhî ariziyê bi Xwedê ye,
Lê tu ji tenêhiya xwe re bişêkirîne

Ka bila havîn bê, Evdilcebar!
Ka şixrê bikşîne
Ka gêlê bike, malava!
Ka genimê sorgulî ji kayê veqetîne
Dê mele bê hafa te helbet
Dê şêx bê îrşadê bi îznillah
Şanê axê wê li te bipirse
Ha! ji bîr meke
Para onbaşî jî hilîne, Evdilcebar!
Bivê nevê ji salê carek
Wê riya te bi qereqolê bixîne

Xwedê mezin e, Evdilcebar!
Mebêje "bêkes û bênas im"
Ji tenêhiya xwe ya niha megazinîne



05.10.2023 17:07 ~17:25 | kurê xelkê