Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [osbîr] de;

4. "otuz bir" li gorî hesaba ebcedê nirxa "el"(1+30)ê ye. di peyama ewil de raveyekî gelek orijinal hatiye kirin lê lêhevanîneke ne zanyarî ye. li nav tirkên xwendeyê berê, bikaranînên mîna el/31'ê gelek belav bû. sin-kaf'ê (sik-mek) jî demekê mezin bi hejmara 70ê hatiye bikaranîn. di nav ferhengên berê de gelek caran bi şermî hatiye pênas û ravekirin.

kişandin herçiqas ne orjinal xuya bike jî orijînal e. pênç-şeş sal berê bavê min (80 sal bûye mirza) ji me re bîranînên xwe yê leşkeriyê vedigot. qala zalimtiya onbaşiya xwe dikir. gotibû, "ji ber ku lawikekî gundî li hemamê dikşand lêxistinekî baş xwaribû". min jî bi nezanî pirsîbû "çi dikşiya?". kek û pismamên min bi ken û pispisê ji min re wateya wê lêkerê gotibûn *

lê me re car din benda peyvekê otantîk dibe. *



23.03.2015 22:28 ~2017.04.19 15:05 | biruya hayao miyazaki