Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [29.10 2022 fetisîna mirovan di îzdihama çalakiyên halloweenê li koreya başûr] de;

3. ji dil pir li ber wan ketim. çi bobelatekê ecêb û balkêş hatiye ser wan. piraniya miriyan jî ciwan in. herî pir ji ber wê dilê min li wan şewitî. lê ya divê bê nîqaşkirin kêmasiya tedbîrên ewlehiyê ye.

cejn û mîhrîcan riyên kêf û xweşiyê ne. heman tişt ne tenê cejnan, lê pêkan e di her civînê de pêk bê. ji pîrozbahiyên newroz û sersal û alîgirên futbolan an jî bînerên konseran bigirin heta îbadeta hecê ya misilmanan. îzdiham sedî sed girêdayî tedbîrên ewlehiyê ne. loma bo sihet û xweşiya xelkên ku beşdarî van çalakiyan dibin divê bo hemû îhtimalan tedbîr bê stendin.

niha hikûmeta koreya başur şîna neteweyî îlan kiriye. meraq dikim dê ev fatûre li kê were birrîn.



30.10.2022 17:43 ~17:46 | biruya hayao miyazaki