Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [faladdin] de;

1. sepanekê tirkî ye û tê de şîroveyên rojane ya birca bikarhêner tên gotin û fahlên qehweyan tên şîrovekirin. bi ceribeya min qehwe bi xwe jî bi ya agahiyên bircan û nexşeya gerstêrkan tê şîrovekirin. ji xwe tu riyekê din nabînim.

di meseleya birc û fahlê de bi rastî serkeftî ye. hema di hemû şîroveyên min de hema tiştekî derdikeve. mîsal çar pênç roj berê got, tê îro bi nasekî xwe yê kevn re dîsa têkeve riya flortê û hun ê îja bifirin, ê ku çend sal berê mirada we di qirika we de mabû*. îja hema ev salek e ez bûme mîna keşîşên budîst, tu têkiliya min bi mirovên din nemaye. bi xwe hema nakevim medyaya civakî jî. min got çi eleqe, virreko! di heman rojê de, min xwest peyamek bişînim hevalekî xwe yê nêzîk. tu nebêjî, min şandiye wî kesî ku fahl qal kiribû.* wele, min hesiband 13 mehan ne wî ne min peyamek jî neşandiye ji hevdu re.

(bnr: astrolojî) tiştekî rast e, ji xwe bawer dikim. bi vê sepanê jî min baweriya xwe xurt kir.



19.03.2022 11:42 ~11:52 | biruya hayao miyazaki