Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sobe] de;

1. amûreke germkirinê ya serdema nûjen e û di dora sedsala 19em de hatiye îcatkirin. li stenbolê di dawiya vê sedsalê de tenê malbatên giregir xwediyê sobeyê bûne, yên mayî jî bi mangal-an malên xwe germ kirine di zivistanan de ku ew şewatên navdar ên tevahiya stenbolê ji ber mangalan bûye. yanî sobe nîşaneya zengîniyê bûye. gelo kengî têketiye welêt û belav bûye û berî sobeyê xelk çawa xwe ji sar û sermaya dijwar diparastin, ji min re bû meraq û her wiha bikaranîna komir jî...

yên ku di malên me de hebûn: Here lînkê
min berê ti carî di maleke kurdan de vê aparata sobeyê nedît lê balkêş e, firne şiklekî boriya sobeyê ye û bi dûyê tê xebitandin: Here lînkê wiha tê bicihkirin: Here lînkê tabî ev sobeya dawî, bo niha jî wekî ya arîstoktatan xuya dike.

sobeyên bi firnê jî hene:Here lînkê



30.03.2021 11:16 ~11:22 | biruya hayao miyazaki