Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [life of pi] de;

2. ev fîlm yek ji wan berheman e ku pirsgirêka têkiliya mirov û xwezayê datîne navenda çîroka xwe û serpêhatiya lehengê xwe bi vegotineke xebroşkî bi kar tîne. senaryo ne seneryoyeke resen e. me heman tişt di çîrokên hay îbn yaqzan, robinson crouse û heta di tarzanî de jî xwendin, temaşe kirin. belkî em dikarin romana lord of the flies jî bînin bîr. hemû xîret û xebat bo jiyînê ye. nerehetiya asêmayîn û êşa lêgerîn û pirî caran kesera biryardayînê rê me didin. lê belkî ji hemû mijaran zêdetir, rê didin ku em, mirov çi afirîdeyên reben in. bi rastî. fîlma life of pi ji yên din ji aliyê dîmen û sehneyên xwe yên xebroşkî vediqete, ku hema hema piraniya wan sehneyên ecêbhiştî û heyrankirî li ser pelên oqyanûsê derbas dibin. ang lee yê ku ji xwe ji ber brokeback mountainê heyranê wî bûm (bi tenê çûna sînemayê/52731), bi hêmana avê cîhaneke xweş û tirsnak ava kiriye. temaşevanên din nizanim lê behr û oqyanûs min ditirsînin û xwedê emrê wî dirêj bike, ang lee jî bi rengên tarî, esmanên ewrî, avên bê serûbin û bi pilingekî dirrinde cihê xwe yê çîrokê kiriye mala kabûsekê nîv-xewî.

tirşikvanê ezîz, thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan* khaleesi pardon xelîl * jî bi kurdiyekê delal ew kiriye malê kurdî. tercîhekê xweş bûye. destên wî sax bin.



28.11.2020 21:36 ~21:47 | biruya hayao miyazaki