Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zanîngeha kurdî ya online] de;

13. ev hefteyek e nikarim bişopînim lê belê ez ê hinekî fesadiya wan bikim.

michiel leezenberg. dixwazim bigirîm. vî camêr rabû dersa homoseksualîte di mem û zînê de da û min cara ewil neketim dersê wî. ji bîra min çûye. ev çi qeder e ya xwedê. :( kurdiya wê qasî ya min e. lê pir peyvên tirkî têdixe. xoca qurban, tu çi dikî. *

semîner pir xweş derbas dibin lê ne di hemuyan de. yên chyet û janroj mîna îşkenceyê derbas dibe. bikin nekin xwedê bide wan lê ew axaftinên wan ên xerab piştî nîv saetan serê mirov diêşîne, bi quran serê min diêşe ne ku mecazî.

mamoste seydo zilamekî pir zane ye, lê gelek tiştan pir dubare dike. ji peyvînê hez dike. xwezî min li ber destên wî ders standaya, hewqas mijarên xwe dizane û dikare xelkê re bibêjî. lê bila êdî cixare nekişîne. ez nikarim odeya xwe bikişînim. dilê min dibije. :/

piştî seydo, kurdiya herî xweş ya mamoste jan ilhan e. dema ev dipeyivin, dibêjim hema wan guhdar bikim. lê naveroka mamoste jan ilhan derûna min xera dike. .(

mamoste dawid yeşîlmen ji xwe ji wêje û rexneyê nas dikim. karê xwe baş dizane. lê eyara dengê wî yek-tonî ye. ne bilind dibe ne kêm dibe. xewa mirov tê :/

jaffer sheykholislami di nav hemûyan de herî "gunreş" xuya dike. ji xwe bawer, kesek ne xema wî, lê hakimî mijara xwe ye jî. dibêje kurmanciya min ne baş e lê ji ya mamoste janroj sed qat baştir xwe dide fêmkirin. qey ev ji ber hakimiyeta wî ya soranî ye. nizanim. lê naveroka dersên wî piçekî teknîkan jî dihewîne.

mamoste xecê jî becok e. * ço bidin destê wê ew ê li we xe. çi eleqe nizanim. lê gelek tiştên di derbarê zazayan de hînî min kir. xwedêjêrazî.

mamoste abdilwehab xalid mûsa xweş e, baş e lê bila dev ji behdînî berde. asdfghj henek bû. dersa ku herî pir bala min dikişîne e, ya wî ye. lê hîn nebû ku pê bextewar bim. tiştekî kêm e. lê nizanim. :/

ev çi peyameke bêmane bû wiha. :(



03.05.2020 01:52 ~01:54 | biruya hayao miyazaki